Li Diyarbekirê seferên asîmanî car din betal bûn
Diyarbekir (K24) - Ji ber mijê ku ji 10 rojan zêde 9 seferên din ên asîmanî li Diyarbekirê hatin taloqkirin.
Li Diyarbekirê, bandora mijê her ku diçe zêde dibe û ev yek jî dibe sedema texîrbûna seferên asîmanî.
Li gorî agahiyên ku li ser seferên Diyarbekirê ji qada asîmanî hatin ragihandin, 5 seferên di navbera Diyarbekir û Stenbol, Enqere, Îzmîr û Antalyayê hatin taloqkırın. Betalbûna seferan dibe sedema mexdûriyê.