Iraq: Îsraîl hewl dide me bikişîne nav şer
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezarî ya Asayîşa Niştimanî ya Îraqê civiya û tekezî li ser pêwîstîya dûrxistina Iraqê ji şerên herêmê gotûbêj dike.
Encûmena Wezarî ya Asayîşa Niştimanî ya Îraqê îro 6ê Mijdara 2024an, bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî civiya. Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de rewşa ewlehiyê ya Iraqê û mijarên girêdayî wê hatin gotûbêjkirin.
Yehya Resûl di daxuyaniya xwe de got: “Encûmena Wezarî ya Asayîşa Niştimanî helwesta xwe ya neguhêr li hemberî gelên Filistîn û Libnanê dubare kir.”
Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê da zanîn jî, di civînê de gotegotên ku dibêjin “Xaka Iraqê ji bo êrîşa li ser Îsraîlê tê bikaranîn” hatin redkirin.
Herwiha got: “Ev gotegot tenê ji bo rewakirina êrîşa Îsraîlê ya li ser Iraq û serweriya wê ye, di demekê de ku berjewendiya Iraqê di ser hemû berjewendiyan re ye û dixwaze ax û asmanê xwe ji şerê ku Siyonîst hewl dide berfireh bike, dûr bigire.”