Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê alîkariya komên folklorî dike

Efrîn (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam e di piştgirya huner û kultura kurdî li Efrînê de û di dawî karê xwe de, alîkarî û amûrên mûzîkê pêşkêşê komên folklorî yên herêmê kirin.

Ji bo parastina huner û kultura kurdî, herwiha ji bo bihêzkirina nasnameya rewşenbîrî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî û amûrên mûzîkê pêşkêşî komên folklorî yên Efrînê kirin.

Endamê Desteya Birêveber a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê Ebdulwahid Emîn ji K24ê re got: “Niha 5 komên folklorî yên Efrînê û navçeyên wê hene û di gelek çalakiyan de beşdar in û endamên wan wek kesên xwebexiş beşdarî karên cuda dibin, wek çinîna zeytûnan û pakkirina gund û bajaran. Me wek Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî me biryar da piştevaniya wan bikin, ji ber ku ev peyama me ye ku bi baştirîn şêwaz xizmeta gelê xwe yê Efrînê bikin, ta ku bikarin jiyaneke asayî wek berê vegere.”

Dîlana Kurdî yek ji kevneşopiyên girîng e li Efrînê, ji ber wê jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştgirya komên folklorî dike, bi wê piştgiriyê jî derfetên komên folklorî di beşdariya çalakiyan de berfirehtir dibin.

Bavê Azad ku endamê Koma Şiyê ye dibêje: “Em wek Koma Şiyê, em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ku alîkariya hemû komên folklorî yên Efrînê dikin ku me folklora  xwe heta roja îro bi rêya dengbêjan û komên folklorî parastiye.” 

Ji bilî alîkariya madî û bijîşkî ya ku pêşkêşî xelkê Efrîn û gundên dike, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji sala 2023an ve gelek kar û xebat ji bo parastina çand û kultur û herwiha zimanê kurdî li Efrînê dike.