3 hezar parçe zevî li ser karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin dabeşkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredariya Hewlêrê îro 7ê Mijdarî 3 hezar parçe zevî li ser fermanberên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di nava sînorên şaredariyên parêzgehê de ne dabeş kirin.
Di dabeşkirinê de, ji bilî komek karmendên Wezareta Plandananê, zevî li karmendên Parlamentoya Kurdistanê, Wezareta Kar û Karûbarên Civakî û Wezareta Elektrîkê jî hatin dabeşkirin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di merasima dabeşkirina parçe zeviyan de tekez kir, Şaredariya Hewlêrê piştî dabeşkirina zeviyan li ser sûdmendan, dê hemû xizmetguzariyên pêwîst pêşkêş bike.
Xoşnaw got jî, li gorî amadekariyên mestirplana Hewlêrê û dîzaynkirina wê zeviyan, dê komelgeheke nûjen li ser rêya Hewlêr - Dihokê bê avakirin.
Amaje bi wê yekê jî kir, 70 hezar karmend di nav sînorên şaredariyên parêzgeha Hewlêrê de ji bo sûdwergirtinê ji vê destpêşxeriyê, daxwaznameyên wergirtina zeviyan pêşkêş kirine.