Sûdanî û Trump tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên dualî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêwendiyeke telefonî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re kir û her du aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên di gelek waran de kirin.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de got: “Di pêwendiya telefonî de Sûdanî pîrozbahî li serkeftina Trump û bidestxistina baweriya piraniya xelkê Amerîkayê kir.”

Diyar kir jî, “Her du aliyan tekezî li ser pêşxistin û bihêzkirina peywendiyên dualî kirin, ku divê peywendiyên di navbera Bexda û Washingtonê ji aliyê ewlehiyê derbas bibin û zêdetir giringiyê bidin warên aborî, darayî, enerjî û teknolojiyê.”

Li gorî daxuyaniyê, Sûdanî bal kişand ser sozên Trump ên di dema kampanyaya hilbijartinan de, ji bo bidawîkirina şerên li Rojhilata Navîn, ji bo vê yekê jî, amadebûna hikûmeta Iraqê ji bo avêtina gavên cidî di vî warî de bi Amerîkayê re, nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Trump daxwaza xwe ya hevdîtina bi Sûdanî re anî ziman û got ku ew ê di demek nêzîk de danûstandinan ji bo berfirehkirina peywendiyên Iraq û Amerîka û karkirina li ser mijarên hevbeş, bikin.