Bazirganekî biyanî yê madeyên hişber hat desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Bazirganekî biyanî yê madeyên hişber hat desteserkirin û 11 kîlogramên madeyên hişber ji cûnê Kokayînê jî pê re hatin girtin.
Birêveberiya Nehêlana Madeyên Hişber îro (Yekşem, 10.11.2024) di ragehandinekê eşkere kir, “Piştî wergirtina biryara dadwerê lêkolînê yê asayîşê û komkirina zanyarên durist, di encama piroseyeke lidûçûnê ya çend heftiyan de, tîma lidûçûnê ya birêveberiya me di çalakiyekê de li roja 08.11.2024ê, li nav bajarê Hewlêrê karî 11 kîlogramên madeyên hişber ji cûnê Kokayînê bindest bike.”
Li dû wê ragehandinê, “Ew madeyê hişber ji welatê Gînyayê bo Herêma Kurdistanê hatibû veguhastin. Herwesa di vê çalakiyê de, bazirganekî biyanî jî hat desteserkirin, ku ev çend sal in keftiye nav vê bazirganiyê.”
Wekî ku amaje pê hat dan, “Rûpelên vekolînê jê re hatine vekirin û li dû qanûna berhingarbûna madeyên hişber û bandorkerên aqilî serederî pê re tê kirin.”