Qasim Arecî û Rêber Ehmed gehiştin Tehranê
Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê gehiştin Tehranê, ji bo ku danûstandinan li ser çend pirsên niha bikin.
Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro (Yekşem, 10.11.2024) bi serdaneke fermî gehiştin Tehrana paytexta Îranê.
Li dû zanyarên K24ê, serdana Arecî û şanda pê re di çarçoveya lidûçûna lihevkirina ewlehiyê ya navbera Îraq û Îranê tê, herwesa danûstandinên li ser guhertinên deverê jî armanceke din a wê serdanê ye.