Îtalya pêdivîtiyên pizişkî pêşkêşî Nexweşxaneya Raperînê ya Zarokan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Erdî yên Niştîmanî yên Îtalyayê kelûpel û pêdivîtiyên pizişkî pêşkêşî Nexweşxaneya Raperînê ya Fêrkarî ya Zarokan dikin.

Bi amadebûna Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Fermandeyê Hêzên Erdî yên Niştîmanî yên Îtalyayê li Hewlêrê Kolonel Choro Ferti û Birêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed îro (Yekşem, 10.11.2024) di merasîmekê de li Nexweşxaneya Raperînê ya Fêrkarî ya Zarokan, Hêzên Erdî yên Niştîmanî yên Îtalyayê li Hewlêrê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya meşq û rahênanên Pêşmergeyan de, kelûpel û pêdivîtiyên pizişkî pêşkêşî wê nexweşxaneyê kirin, ku ji dabînkirina amûrekî DC shock û şeş amûrên Infusion pump û 85 doşekên taybet ên textên nexweşan û kelûpel û pêdivîtiyên din ên pizişkî yên pêdivî ji bo wê nexweşxaneyê pêk dihatin.

Parêzgerê Hewlêrê spasiya Fermandeyê Hêzên Erdî yên Niştîmanî yên Îtalyayê li Hewlêrê kir, ji bo dabînkirina wan amûran û alîkarîkirina wê nexweşxaneyê, herwesa bal kêşa ser wê yekê jî ku bi dabînkirina xizmetkariyên tendirustî dê zêdetir xizmeta welatiyên bajarê wan bê kirin.

Umêd Xoşnaw amaje jî da, “Di Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, berdewam bizav ji bo bilindkirina ast û kalitiya nexweşxaneyên giştî tê kirin. Nexweşxaneya Raperînê ya Fêrkarî ya Zarokan jî ku yek ji nexweşxaneyên giring ên bajarê Hewlêrê ye, niha parek jê wekî hola niştergeriyan û çend holên din li ser budceya parêzgeha Hewlêrê tên nûjenkirin.”

 
Fly Erbil Advertisment