Bexda red ku dike Îranê moşekên pêşkeftî bo lêdana Israîlê anîbin Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Êrîşên komên çekdar ên neqanûnî yên Îraqê li dijî Israîlê alozî zêde kirine. Hevpeymaniya Sunî bi Serokatiya Xemîs Xencer radigehîne, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî şiyana bersivdana komên çekdar nîne.” Herwesa dibêje, “Diplomatkarên Amerîkayî Hikûmeta Îraqê bi wê yekê tometbar kiriye ku nermiyê li beranberî komên çekdar ên ji-qanûnê-derkeftî bi kar tîne.”

Di dema kêmtir ji du heftiyan de, komên çekdar 20 caran êrîş kiriye ser Israîlê. Çend sedem jî ji bo zêdebûna êrîşan hene, sedemek girêdayî hin raportên siyasî ye ku li Bexdayê amajeyê didin ku reftara komên çekdar ên ji-qanûnê-derkeftî bi biryara welatên herêmî ye, an jî ew welatên herêmî bizavê ji bo zêdekirina aloziyan dikin, lewma wan komên çekdar êrîşên xwe li dijî Israîlê zêde kirine.

Sedema duyê jî girêdayî wan zanyaran e yên ku di nav komên çekdar ên Îraqê de hene, amajeyê didin wê yekê jî ku kombûna şaneyeke naskirî bi navê Bereyê Miqawemeyê ku komên çekdar ên Îraqê û artêşa Pasdarên Îranê û Hemas û Cîhadê li Filistînê û Hizbulaha Libnanî û komên Ensarulaha Husî li Yemenê, komên çekdar ên Îraqê biryar daye ku êrîşên xwe li ser Israîlê zêde bikin.

Sedema sêyê jî, ku sedemeke giring e, ew helwest e ya ku ji hevahengiya Şîeyan wekî mezintirîn kuyleya siyasî li nav Hikûmeta Îraqê derkeftiye, helwestên wan jî li dijî Israîlê gelek tund in.

Li beranber wê yekê jî, komên çekdar ên ji-qanûnê-derkeftî yên Îraqê red dikin ku çi moşekek li Îraqê hebe, an jî Îranê çi moşkeke pêşkeftî ji bo lêdana Israîlê anîbe nav axa Îraqê. Herwesa dibêjin, “Armanca wan daxuyaniyan ew e behaneyan peyda bikin ku Israîl êrîşê bike ser Îraqê.”