Hikûmeta Îraqê: Bi Desteya Amarê ya Herêma Kurdistanê re têbîniyên teknîkî hatin çarekirin

Civata Wezîrên Îraqê
Civata Wezîrên Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Îraqê ragehand, “Bi Desteya Amarê ya Herêma Kurdistanê re, têbîniyên teknîkî hatin çarekirin û serhejmêrî li tevaya Îraqê tê kirin.”

Civata Wezîrên Îraqê îro (Sêşem, 12.11.2024) ragehand, “Bi Desteya Amarê ya Herêma Kurdistanê re, têbîniyên teknîkî hatin çarekirin û serhejmêrî li tevaya Îraqê tê kirin.”

Civata Wezîrên Îraqê amaje bi wê yekê jî da ku, xerciya darayî ya serhejmêriyê tê zêdekirin. Herwesa got, “Wezareta Darayî bê gîrobûn xerciya pêdivî dabîn dike.”