Pêşangeha Xwarinên Herêmî ya Mezopotamyayê li Diyarbekirê dest pê kir

Diyarbekir (K24) – Pêşangeha Xwarinên Herêmî ya Mezopotamyayê a 6 emîn li Diyarbekirê dest pê kir. Pêşangeha ku ji aliyê Rêxistina Pêşangeha Diyarbekirê ve tê organîzekirin bi hevkariya Jura Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê ve îsal cara 6 emîn hat li darxistin.

Pêşangeha xwarinên heremî derîyên xwe ji bo gelê Diyarbekirê vekir. Pêşangeh bi birrîna penêrê bi gezî yê 21 metreyî hat vekirin. Di vekirinê de peyama yekîtî, hevgirtin û aştiyê hat dayîn. Ji çar alîyên Tîrkîyê 170 kompanya ji 59 parêzgehên cuda beşdarî pêşangehê bûn. K Kompanî bi tamên curbecur bi xwarinên çanda dewlemend berhemên xwe pêşkêşî welatiyan dikin. Kompanî bi tamên curbecur bi xwarinên çanda dewlemend berhemên xwe pêşkêşî welatiyan dikin.

Rêvebêrê Peşangêha Mezopotamyayê Welat Ektîrîcî ji K24ê re got: “Armanca me, em vira bikin navbenda xwarin û vexwarinê. Em Mezopotamyayê wek navbenda xwarin û vexwarinê dibînin. Temamê welêt dîsa vegere navenda xwe. Ev pêşangeh di sektora xwe de li temamî Tirkîye de bu a herî mezin.” 

Pîşesaziyên xwarinê ên ku pêş ve ne; ew ê cûrbecûr hilberên wekî bihûr, dexl, biharat, rûn, goşt û hilberên goşt, hilberên nanpêjê, çîkolata, şîr û hilberên şîr, qehwe, çay, hilberên taştê, xwarinên cemidî û hişk û hilberên konserve werin pêşandan. Wê heta 17ê Mijdarê her roj saet di navbera 11:00-19:00 de ji mêvanan re vekirî be. Sala borî 347 hezar mêvan li pêşangehê hatibı pêşwazîkirin. Tê payîn ku îsal 500 hezar mêvan pêk werin.

Hostayê goşt Cuney Aşan: “Xwarinên Dîyarbekirê wiha bînim ziman. Gelên ku bi hevre dijîn, nan, run û avên ku di destê wan de parve dikin u di  quşxane kî de dipêjînin. Ew jingehek xwarinê wiha xweş çêkirine. Wan êş û hezkirina xwe, gelek çandên cuda û mirovatîyên baş, sihbetên xweş, ew av, ew şorbe, ew xwarin di quşxanê de anîne cem hev. Ê di wê quşxanê de xwarinek çawa dertê hole, xwarinên herî xweş ê cîhanê dertê hole.

Rêvebêrê Kompanîyê Bariş Dag: “EM Jİ Colemêrgê hatine. Emê 6 roja li pêşangê li hevîya mevanên xwe bin. Bira gelê Dîyarbekir bên bibin mêvanên me. Me tiştên xwezayî ê wek penêr, hingiv anîye.”

Pêşangeha Xwarinên Herêmî ya Mezopotamyayê a 6 emîn li Diyarbekirê dest pê kir. Ji çar alîyên Tirkîyê 170 kompanya beşdarî pêşangehê bûn. Pêşangeh ewê 6 rojan bidome.