Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê alîkariyan li penaberên vegeryayî belav dike
Efrîn (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bajarê Efrînê alîkariya mirovî li ser yek hezar malbatên ku ji Libnan û Tirkiyeyê vegeriyane belav dike. Alîkarî ji xwarin, betanî û pêdiviyên sereke pêk tên.
Penaberên ji Libnan û Tirkiyeyê vegeryane, li navenda Efrînê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariya mirovî li ser wan belav kirin. Armanca belavkirina alîkariyê, sivikkirna barê penaberên vegeryayî ye, bi taybet ku tenê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê alîkariyê pêşkêş dike.
Penaberê vegeryayî Eslan Mihemed Silo: “Ez li Tirkiyeyê, li Stenbolê bûm. Ez necar dişuxilîm, dewriyekê em girtin û em vegerandin Sûriyeyê. Bi spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî alîkarî pêşkêşî me kirin.”
Penaberê vegeryayî Elî El-Ehmed: “Em ji Libnanê vegeryane, rewşa malbatan gelek zehmet e ji ber ku karînên wan nîne, em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ji ber ku ew dezgeha tekane ye ku alîkariyan pêşkêşî malbatan li Efrînê dike.”
Alîkariya ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser yek hezar malbatê li bajarê Efrînê belav dike, ji xwarin û betaniyan û herwiha pêdiviyên serke pêk tên.
Endamî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê Serbest Xelîl: “Her kesê vegere ser mal û milkên xwe Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariya wan dike. Me berê li hemû navçeyên Efrînê alîkarî belav kirin, niha jî em li navenda Efrînê alîkariyan li ser malbatan ku navên wan hatine tomarkirin belav dikin. Zincîreya alîkariyan jî berdewam dibe.”
Zêdeyî 3 hezar penaberên Sûrî ji Libnanê derbasî navçeya Rojavayê Kurdistanê bûne, herwiha bi dehhezaran jî ji Tirkiyeyê hatine vegerandin. Bi dehan malbatan jî li Efrînê bicih bûne.