Pêşniyarên DEM Partiyê yên derbarê zimanê kurdî de li parlamentoyê hatin redkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Heft pêşniyarnameyên parlamenterên DEM Partiyê yên derbarê zimanê Kurdî li parlamentoya Tirkiyê hatin redkirin. 

Li Parlamentoya Tirkiyeyê, li ser Projeyasaya Budceya Rêveberiya Navendî ya Sala 2025 gotûbêj didomin. Gotûbêjên li ser Wezareta Darayî ya bi 1 trilyon û 452 milyar lîra, bû mijara gotûbêjan. 

Parlamenterên DEM Partiyê dan xuyakirin, li Tirkiyeyê derveyî zimanê Tirkî, giringî bi zimanên din yên dayîkê nayê dayîn û daxwaz kirin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerde û bo zimanê dayîkê daxwaza terxankirina budceya bi gujmê 100 milyar lîre kirin. 

Herwiha Parlamenterên DEM Partiyê derbarê pirsgirêkên di perwerdeyê de 7 pêşniyar li hikumetê kirin, lê ew her heft pêşniyar bi piraniya dengên MHP û AK Partiyê hatin redkirin.