AFAD: Li Deryaya Sipî erdhejek 4.0 rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – AFADê ragihand, li Deryaya Sipî erdhejek bi pileya 4.0 rû da û di encamê de li gorî agahiyên destpêkê rewşek neyînî derneketiye holê.

Ji aliyê AFADê ve hat ragihandin, di Deryaya Sipî de îro dimejimêr 10.55ê erdhejek bi pileya 4.0 rû daye û kurahiya erdhejê 4 kîlometre ye. 

Li gorî agahiyên ku ji aliyê AFADê ve hatine ragihandin di encama erdhejê de rewşek neyînî derneketiye holê.