Li Wanê werzê vekirina rêyan ji berfê hat destpêkirin

Diyarbekir (K24) - Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi sarbûna hewayê û bi destpêkirina barîna berfê re dest bi xebatên vekirina rêyan hat kirin.

Her sal yek ji bajarên ku di demsala zivistanê de berfeke zêde lê dibarê Wan e, îsal jî werzê xebatên berfê dest pê kir.

Tîmên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li navçeyên wek Şax û Westanê piştî barîna berfê, dest bi xebatên vekirina rêyan ji berfê kirin.

Tîmên xebatê xwe didomînin li deverên wek Kanîmêran, Darnîsa Jorê, Karkar, Xurutîs, Exte, xebatên vekirina rêyan ji berfê pêk anîn.

Tîmên ku xebatên xwe didomînin her di wê demê de li gorî hişyariyên ku ji AFADê tên ragihandin jî bergiriyên xwe werdigrin.