Îraq: Divê Amerîka pêngavên çalak li dijî Israîlê biavêje

Rûniştina Civata Wezîrên Îraqê
Rûniştina Civata Wezîrên Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê serperiştiya rûniştineke bilez a Civata Wezîrên Îraqê ji bo ewlehiya niştîmanî dike, herwessa Berdevkê Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekedar ên Îraqê dibêje, “Di wê rûniştinê de danûstandin li ser dawî pêşhatên rewşa ewlehiyê ya herêmî û navdewletî hatin kirin.”

Berdevkê Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Yehya Resûl îro (Sêşem, 19.11.2024) ragehand, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî serperiştiya rûniştineke bilez a Civata Wezîrên Îraqê ji bo ewlehiya niştîmanî kir, û tê de ew skala red kir a ku Israîlê li dijî Îraqê arasteyî Civata Ewlehiyê ya Navdewletî kiriye.”

Yehya Resûl amaje jî da, “Di wê rûniştinê de tekez hatiye kirin ku skalaya Israîlê ya li dijî Îraqê hatiye bilindkirin tometên bêbingeh in û armanc jê rewatîdan e ku, bi wê rêyê destdirêjiyê bike ser Îraqê. Ev jî armanca Israîlê ye ji bo berfirehkirina bazineya hevrikiyan û şerê deverê.” Tekez li ser wê yekê jî kir ku, “Divê Amerîka pêngavên çalak li dijî Israîlê biavêje.”

Li dû ragehandina Yehya Resûl,di wê rûniştinê de tekez li ser wê yekê hatiye kirin ku biryara şer û aştiyê tenê di destê Hikûmeta Îraqê de ye, herwesa hikûmet li ser pilanên xwe ji bo rêgirtina li bikaranîna axa Îraqê ji bo destpêkirina her êrîşekê berdewam e, herwesa li pey wan hemî kesan e yên ku tevlî çalakiyên çekdarî dibin û gefan li ewlehî û yekperçeyiya axa Îraqê dikin.

Di wê rûniştinê de herwesa hat berçavkirin, “Tomet û kiryarên vê dawiyê yên desthilatdariya qewareya Zayonî pêşveçûneke metirsîdar e û bizavek e ji bo yarîkirina bi raya giştî ya navdewletî ji bo peydakirina behaneyan ji bo destdirêjîkirina li ser Îraqê û ji bo parastina aştî û ewlehiyê û zêdekirina metirsiyên berfirehkirina şerî û hevrikiyan li deverê jî bizavek e.”

Herwesa di ragehandina Yehya Resûl de hatiye, “Îraq pabenbûna xwe bi qanûnên navdewletî û peymannameya Neteweyên Yekgirtî û tekez dike û gefên desthilatdarên Israîlê jî bi tundî şermezar dike, ku armanca wan neseqamgiriya deverê ye.”