Pêşbînî tê kirin ku pêleke befr û baranan berê xwe bide Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû pêşbîniyên seqanasiya Herêma Kurdistanê û deverê, pêla yekê ya cemserê Sîbîryayê ber bi Kurdistanê ve tê û pêşbîniya barîna befr û baranan tê kirin.

Pêla yekê ya sar a cemserê Sîbîryayê bi ser Kurdistanê de digire.

Li dû pêşbîniyên seqanasiya Herêma Kurdistanê, heftiya bê dever rûbirûyî pêleke sar a seqayê dibe. Ew pêl li roja Yekşema bê bi rêya hatina bariste bayekî sar, ku bi eslê xwe ji cemserê Sîbîryayê ye, ji rojhilata Ewropayê radibe, paşî berê xwe dide Tirkiyeyê û li roja Duşemê deverên Bakurê Kurdistanê vedigire û pêşbîniya barîna befrê li wan deveran tê kirin.

Bandora vê pêlê li başûr û rojhilatên Kurdistanê diyar dibe û dibe sedema dakeftina pileyên germayê, bi awayekî ku heta heft pileyên silîzî nizim dibe.

Bandora pêla cemserê Sîbîryayê bi barîna befrê li deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê diyar dibe. Her li dû pêşbîniyan, di vê demê de navber navber hûrbaran li deverên Herêma Kurdistanê dibarin, herwesa bandora wê bi awayekî lawaz li deverên cuda cuda bi awayê hûrbaranê navber navber dimîne.

 
 
Fly Erbil Advertisment