Peyama gefên Israîlê bi rêya welatekî deverê gehişt Îraqê
Navenda Nûçeyan (K24) - Peyama gefên Israîlê bi rêya welatekî deverê gehişt Îraqê û komên çekdar jî li ser pêşxistina şiyanên xwe yên serbazî berdewam in. Serkirdeyekê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî jî eşkere dike, “Welatekî deverê li ser êrîşa Israîlê zanyar dane Îraqê.” Herwesa Çarçoveya Hevahengiyê jî ronahiya kesk ji bo Serokwezîrê Îraqê hil kiriye, ku ewlehiya Îraqê biparêze.
Li gel pêşkêşkirina skalaya Israîlê li Civata Ewlehiyê li ser wan êrîşan ên ku komên çekdar li Îraqê dikin ser wê, Hikûmeta Îraqê ragehandiye ku skalaya Israîlê behane ye ji bo ku êrîşê bike ser axa wê. Tevî vê yekê jî Îraq çend pilanên bilez ji bo her êrîşeke Israîlê bi cih tîne, ji wan jî rêgirtina li çalakiyên komên çekdar ku li derveyê kontirola hikûmetê ne.
Serkirdeyê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî Fehid Cibûrî di wî warî de ragehand, “Sûdanî di dawî rûniştina Çarçoveya Hevahengiyê de soz daye ku li beranberî her êrîşeke çaverênekirî, pilanên tund ji bo parastina sinorên welatî bi cih bîne.”
Fehid Cibûrî herwesa got, “Welatekî deverê li ser êrîşa Israîlê zanyar dane Îraqê”. Herwesa Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan jî ronahiya kesk ji bo Serokwezîrê Îraqê hil kiriye, ku ewlehiya Îraqê biparêze.
Ron jî kir, “Divê hikûmet rewşa navxwe kontirol bike, herwesa bi komên çekdar re dest bi danûstandinan bike ji bo ku welatî nexin di metirsiyê de.”
Ev di demekê de ye ku pêştir Şêwirmendê Tîma Donald Trump Gabriel Soma ragehandibû, “Eger komên çekdar êrîşên xwe rawestandin, Israîl dê êrîşê neke ser Îraqê. Xala nakok ew e ku Israîlê biryar daye tola xwe ji wan koman veke.”
Gabriel Soma amaje jî da, “Divê Bereyê Miqawemeyê spasiya Biden bike ku 200 caran êrîş kir ser hêzên wan li deverê û wî deng nekir, lê dema Trump tê ser desthilatê, ew kom nikarin şaşiyên wesa dubare bikin.”