Li Silêmaniyê kesek bi tohmeta nêçîra nêriyekî kûvî hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ragihand, kesek ji ber nêçîra nêriyekî kûvî hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Tevî ku ji ber rewşa serjimariyê diviyabû hemû welatî li malên xwe bimînin, lê welatiyek bêyî hestkirina bi berpirsyariyê, berê xwe da Çiyayê Beranan û duh êvarî 20.11.2024an bê dilovanî nêçîra nêriyekî kûvî kir.”
Got jî: “Tevî ku dever çiyayî ye û dîtina gumanbar ne hêsan bû, lê piştî lêgerîn û pişknîna ji çend aliyan ve, tîmên hevbeş ên Rêveberiya Polîsên Daristana Derbendîxanê û Binkeya Bawexweşên, nêçîrvan hat girtin û çek û dûrbînên wî jî bibînin.”
Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê da zanîn: “Nêçîrvan hatiye desteserkirin û ji bo wergirtina rêkarên yasayî, radestî dadwer hatiye kirin.”
Li Herêma Kurdistanê, li gorî bendên xala 10'an a Yasaya Desteya Parastin û Çakkirina Jîngehê ya hejmar 3 ya sala 2010'an, çend şert û merc ji bo nêçîrê hatine destnîşankirin û nêçîrî û bazarkirina bi ajelên kûvî qedexe kiriye.

