Mamosteyekî jiyana xwendekarekî bi rêbaza heimlich rizgar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê di dibistanekê de dema şekir di qirika xwendekarekî de ma û bêhna wî çikiya, mamosteyekî bi rêbaza heimlich şekir ji qirika wî derxist û jiyana wî rizgar kir.

Di dibistana bi navê Mehmet Adîl Kepolû de, îro dema ku xwendekarê pola 5. Mûsa Yaman şekir dixwar, şekir di qirika wî de ma û nekarî daqurtîne. 

Wê demê hevalên wî hewil dan ku şekir derxin, lê nekarîn. 

Mamosteyê bi navê Ozgur Geçmez dema rewşa Musa Yaman dît,  demildest bi rêbaza Heimlich şekir ji qirika wî derxist û jiyana wî rizgar kir.

Kêliyên bûyerê jî ji aliyê kameraya ewlekariyê ya dibistanê ve hatin tomarkirin.