Mesrûr Barzanî: Nebûna baweriyê mezintirîn gef e

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje, “Nebûna baweriyê mezintirîn gef e.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Şemî, 23.11.2024) di panelekê de li Korbenda MEPSê got, “Baweriya min wesa ye ku nebûna baweriyê mezintirîn gef e. Dîrokê selimandiye ku dema civak bawer ji hev nakin û sîstem li ser sepandina hiziran hatine avakirin, dema yarîzanên bihêz xwe li ser aliyên din disepînin û li beranberî wan bêrêz in, dema demokrasî tenê bi manaya desthilata piraniyê tê, bê guhdarîkirina desthilata kêmaniyan, ev zor e ku serederî pê re bê kirin û civakek tê de bê çêkirin ku hemî dilxweş bin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Pêdivî ye tu hest bi dilsoziyê bikî, ji bo ku te dilsozî ji bo civakek an welatekî hebe, pêdivî ye hest bi wekheviyê bikî, lewma baweriya min wesa ye ku nebûna wekhevî û baweriyê çavkaniya gelek arêşeyan e ku rûbirûyî me bûne.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Divê bê berevajîkirin û bawerî bê çêkirin û jîngeheke wekhev û dadperwer bê dabînkirin. Eger tu bikarî dadperwer bî û bi wekhevî derfetê ji bo hemiyan terxan bikî, baweriya min wesa ye ku ev çare dike.”