Mesrûr Barzanî: Daxwaz ji Kurdistanê hatiye kirin ku 500 hezar bermîlên petrolê veguhêze
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Niha daxwaz ji Kurdistanê hatiye kirin ku her roj bi kêmî ve 500 hezar bermîlên petrolê berhem bîne û hinarde bike, lê em kêmtir ji nîva wê hejmarê berhem tînin. Dema ji me re dibêjin berhemanînê kêm bikin, dadî di vê yekê de nîne.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Şemî, 23.11.2024) di panela xwe de di roja duyê û dawiyê ya gera pêncê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) de li Duhokê got, “Îraq her roj hejmareke bermîlên petrolê berhem tîne. Wan kotayek li OPECê heye, lê di eynî demê de ya ku em li Kurdistanê berhem tînin gelek ji wê kêmtir e ya ku em hejî ne, bi liberçavwergirtina wê rêjeya sedî ya ku pêdivî ye Kurdistan berhem bîne, yanî eger em wesa danin ku Îraq zêdetirî çar milyon an jî 4.5 milyon bermîlên petrolê berhem tîne, niha guhertin bi ser hejmaran de hatine.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Niha daxwaz ji Kurdistanê hatiye kirin ku her roj bi kêmî ve 500 hezar bermîlên petrolê berhem bîne û hinarde bike, lê em kêmtir ji nîva wê hejmarê berhem tînin. Dema ji me re dibêjin berhemanînê kêm bikin, dadî di vê yekê de nîne, ji ber ku berhemanîna Îraqê divê li dû wê kotayê bê kêmkirin a ku nexşekarî jê re hatiye kirin, pêdivî nake ku herdem xercî û zirara wê bi ber Kurdistanê bikeve.”