Libnan: Ji destpêka êrişên Îsraîlê ve3670 kes hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê yê Libnanê aşkere dike, ji destpêka êrişên Îsraîlê li ser Libnanê de, 3670 kes hatine kuştin.

Wezareta Tendirustiyê yê Libnanê şeva borî di raporeke de diyar kir, di êrîşên Îsraîlê yê roja 22'ê Mijdara 2024'an de, 25 kes hatine kuştin û 58 kes jî birîndar bûne.

Aşkere kir jî, ji destpêka êrişên Îsraîlê li ser Libnanê de ji Cotmeha 2023an û heta roja Înê, 3670 kes hatine kuştin û 15 hezar û 413 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tendirustiyê yê Libnanê diyar kir jî, Îsraîlê duhî Şemiyê çend navçe li Libnanê kirin armanc, tê de 58 kes hatine kuştine û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Hizbullah di 8ê Cotmeha 2023an de, tenê rojek piştî şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de li Kerta Xezzeyê tevlî eniya piştevaniya aliyên Filestînê bû. Hizbullahê li ser sînorê di navbera wê û Îsraîlê de dest bi armanckirina xak Îsraîlê kir.

Ji 23ê Îlona 2024an vir ve Îsraîlê êrîşên xwe li navçeyên cuda yên Libnanê girantir kirine û bi awayekî bijayî ket başûrê Libnanê.

 
Fly Erbil Advertisment