Fîdan: Pêşveçûnên dawî mizgîniya hinardekirina petrola Kurdistanê di demeke nêzîk de didin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan diyar kir, li ser geşedanên dawî yên derbarê parvekirina dahata petrola Iraqê di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ew hêvî dikin ku di demek nêzîk de her du alî boriya petrolê vekin.
Hakan Fîdan di hevdîtinekê bi hejmareke rojnemevan re li baregehê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê li Enqerê de, başkirina peywendiyên Tirkiyeyê bi Silêmaniyê re jî, “bi qutkirina pêwendiyên bi Partiya Karkerên Kurdistanê re ve girê da.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, heta piştevaniya Amerîka ji PYDê re berdewam be, pirsgirêka stratejîk di navbera wan û Washingtonê de dê berdewam be.
Fîdan rexne li pêwendiya di navbera Amerîka û PYDê de girt û got, Washington baş dizane ku Enqere ji bo misogerkirina ewlehiya xwe li navçeyê, dê tevahiya rêkarên pêwîst bigire ber xwe.
Derbarê pêwendiyên bi Şamê re Fîdan got, diyare rêjîma Sûriyeyê ne amade ye ji bo gotûbêjkirina hejmarek ji mijaran û got: “Hin alî hene dibêjin ku Tirkiye mercê pêwendiya Esed bi opozisyonê re weke pêşmercekî daniye heta ku pêwendiyan asayî bikin, lê ev yek ne rast e.”
Tevî daxuyaniyên Tikriyeyê ji bo asayîkirina pêwendiyan bi Şam re, lê Şamê derbarê asayîkirina pêwendiyan tiştekî nû belav nekiriye, lê di vê dema dawî de Wezîrê Derve yê Rûsiyê gotibû mijara kişandina hêzên Tirkî ji Sûriyeyê, xala nakok di navbera her du aliyan de ye û ew yek bûye sedem ku piroseya asayîkirina pêwendiyan raweste.