Pêleke berfbarînê li ser Bakurê Kurdistanê vegirtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke nû ya berfbarînê li ser Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vegirtiye û ji ber berfê rêyên bi sedan gundan bo hatûçûnê hatine girtin. 

Pêla berfbarînê bandora xwe li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kiriye. Berf li Stenbol heta Anatolya navîn, Herêma Derya Reş û piraniya deverê Bakurê Kurdistanê dibare. 

Li gor zanyariyan ji ber berfê, li gel girtina çendîn rêyên sereke yên di navbera bajaran de, rêyên bi sedan gundan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bo hatûçûnê hatine girtin. 

Keşnasiya Tirkiyeyê ragihand, pêla hewaya sar û berf û baranê vê hefteyê dê berdewam be û li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo 49 bajaran, bi kodên zer û porteqelî hişyarî hatine dayîn.