Mesrûr Barzanî tekezî li ser pevguhartina bazirganî û veberhênanên bi Brîtanyayê re dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Mijdarê pêşwazî li Seroka Odeya Bazirganî ya Brîtanyayê – Iraqê (IBBC) Emma Nicholson kir.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de guftûgo derbarê kar û çalakiyên Odeya Bazirganî ya Brîtanya – Iraqê hat kirin

Herwiha di hevdîtinê de, tekezî li ser girîngiya pêşxistina pêwendiyên dualî, pevguhartina bazirganî û veberhênanê di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de hat kirin.