Li Tirkiyeyê bo 50 bajaran hişyarî hat dayîn

Diyarbekir (K24) - Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyeyê ji bo 50 bajaran hişyarî da ku, pileya germê 15 pileyan dadikeve û her wiha baran, bahoz û befir jî li gelek deveran bandorê li jiyana rojane dike.
Ji aliyê Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyeyê ve hişyarî bo 50 bajaran hat dayîn ku, dê di rewşa hewayê de guherîn çê bibe û dê pileya germe jî 15 pileyan dakeve û ev yek dê bibe sedem ku baran, bahoz û befir bandora xwe nîşan bidin. Ji wan 50 bajaran jî 16 bajar ên Bakurê Kurdistanê ne.
Saziya Keş û Hewayê ji bo 30 bajaran hişyariya koda zer û ji bo 20 bajaran jî hişyariya koda pirteqalî da.
AFADê jî hişyarî da ku, dibe baran, bahoz û befir bibe sedema lehiyan, qerîsekê, girtina rêyan û divê welatî jî li gorî van hişyariyan tevbigerin û bergiriyên xwe jî li gorî van rewşan bistînin.
AFAD dide zanîn ku li bajarên ji bo wan hişyarî hatine dayîn 6 hezar û 747 xebatkar, 2 hezar û 853 wesaît li ser kar in û ji bo her rewşeke neyînî amade ne ku mudaxaleyê bikin.