Li navenda Diyarbekirê yekem berfa demsalê barî
Diyarbekir (K24) – Li Navenda Diyarbekirê yekem berfa demsalê, îro serê sibê barî û berfa ku 10 xulekan dom kir paşê vegerî baranê. Tê pêşbînîkirin ku nava rojê de li Diyarbekirê bi pirranî baran bibandor be.
Piştî ku li gelek deveran berfê bandora xwe nîşan da û ji nişka ve pileyên germe 15 pile daket hat mereqkirin ku gelo dê li Diyarbekirê kengê berf xwe nîşan bide.
Serê sibê demjimêr derdora 08.30ê li navenda Diyarbekir yekem berfa demsalê barî, berfa ku 10 xulekan dom kir erdê negirt û paşê jî vegeriya baranê.
Tê pêşbînîkirin ku îro li Diyarbekirê bi pirranî baran bibandor be û pileya germe jî navbera 7 pile û 0 pile de biguhere.