Civata Nûnerên Îraqê xwandina yekê ji bo edilandina budceyê kir

Wêneyê rûniştina îro ya Civata Nûnerên Îraqê
Wêneyê rûniştina îro ya Civata Nûnerên Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Nûnerên Îraqê îro (Sêşem, 26.11.2024) civiya û xwandina yekê ji bo edilandina budceyê ji bo salên 2023, 2024 û 2025ê kir.

Li dû ragehandina Nivîsîngeha Ragehandinê ya Civata Nûnerên Îraqê, rûniştina îro ya Civata Nûneran ji bo demeke nediyar hat paşxistin.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila ji K24ê re ragehand, Em bizavê dikin ku li roja Pêncşemê, 28.11.2024,  xwandina duyê ji bo edilandina budceyê bê kirin, ji bo ku li heftiya bê deng li ser bê dan, ku dawî heftiya karê Civata Nûnerên Îraqê ye.”

Şaxewan Ebdila herwesa got, “Yekane berbest ku niha maye xerciya petrolê ye ku hatiye edilandin û ji me re hatiye ku, piştî dengdanê li Civata Nûneran çi berbestek di rêya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de namîne û dest bi bicihanîna wê tê kirin.”

Navbirî amaje jî da, “Heta niha çi aliyek û desteyeke siyasî behsa mijara xerciya berhemanîna petrolê nekiriye û nîgeraniya xwe diyar nekiriye, ji ber ku Serokwezîr di rûnitşina Hevpeymaniya Dewletê de got, ji bo wan gelek giring bûye ku ew piroje bê derbazkirin, ji ber ku hinardenekirina petrola Herêma Kurdistanê zirareke zêde digehîne Îraqê.”

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê ron jî kir, “Peymana wan ji ya me cuda ye, herwesa ew devera ku petrol lê heye ji ya me cuda ye, lewma hemî alî bi wê yekê re bûn ku ew piroje bê edilandin.”