Li ser rêya Şirnex û Dihê welatî ji ber berfê asê bûn

Diyarbekir (K24) - Li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê barîna berfê dibe sedem ku hem rê werin girtin hem jî di dibistanan de perwerdehî were rawestandin. Di vê çarçoveyê de di 27ê Mijdarê de bo 10 bajarên din biryara girtina dibistanan hat dayîn.

Bandora berfê li ser hatin û çûnê û perwerdehiyê di roja Çarşemê de jî berdewam e. Li bajarên wek Aksaray, Ordû, Kayserî, Baybûrt, Çewlig (Azarpêrt, Gêxî, Çêrme), Erzîngan, Sêwas, Colemêrg, Batman, Bedlîs (Tatwan, Norşîn, Motka) perwerdehî bo yek rojê hat rawestandin.

Her wiha barîna berfê bandoreke neyînî li ser hatin û çûnê jî dike ku, rêya Şirnex û Dihê ji ber berf û bahozê hat girtin û welatiyên ew rê bi kar anîyîn jî li ser rêyê asê bûn, xebatkarên ku li Çiyayê Gabar di karê lêgerîna petrolê de dişixulîn jî li ser rêyê asê bûn.

Tîmên hawarhatinê piştî 4 seetan xebatkarên ku di rêyê de asê bûn rizgar kirin.