Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê pêwendiyên dualî gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 27ê Mijdarê pêşwazî li Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Yvette Cooper kir.
Di hevdîtinê de, bihêzkirina pêwendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Brîtanya, bihêzkirina hevkariyên hevbeş di hemû waran de, bi taybetî hevkariyên ewlekarî û rûbirûbûna tawanên rêkxistinkirî, koçberiya neyasayî, bazirganiya mirovan, şûştina pereyan û tawanên înternetî hatin gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser giringiya bihêzkirina hevkariyên navdewletî di rûbirûbûna kêşeyên ewlekarî û mirovî û tawanên navdewletî kir. Herwiha rola Brîtanyayê di piştevanîkirina aramiya navçeyê û piştevaniya Herêma Kurdistanê di pêşxistina şiyanên ewlekarî û îdarî de bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, Cooper pîrozbahî li serkeftina hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir û spasiya rola Herêma Kurdistanê weke hevkareke stratejîk di bihêzkirina asayîşa herêmê de kir û amaje bi berdewamiya pabendbûna welatê xwe ji bo piştgîrîkirin û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê, ji bo bidestxistina aramiyê û çareserkirina qeyranên mirovî li navçeyê de nîşan da.
Pirsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, giringiya cîbicîkirina destûra Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên welat, metirsiya DAIŞê, pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û çend mijarên din ên cihê giringiya hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.