Tahîr Elçî di 9. salvegera kuştina xwe de li Diyarbekirê hat bibîranîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di 9. Salvegera kuştina Tahîr Elçî de, li Diyarbekirê hiquqnasan meşek lidar xist û li ber Minareya Çarling daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Malbata Tahîr Elçî û hevalên wî amaje kirin ku Tahîr Elçî ji bo cîbicîkirina dadperweriyê û aştiyê tekoşîn da lê hat kuştin û paşê jî dadgehê nexwest doza kuştina wî ronî bibe. Siyasetmedaran jî amaje kirin ku ewê rê nedin doza kuştinê di tariyê de bimîne.

9 sal ji ser kuştina Tahîr Elçî derbas dibin, bi boneya bîranîna Tahîr Elçî hiquqnasan ji ber Avahiya Dadê heta Mineraya Çarling meşek lidar xistin. Li ber Minareya Çarling jî Serokê Baroya Diyarbekirê Abdulkadîr Guleç û Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan amaje kirin ku berpirsiyarî û peywşra wan e ku doza kuştina Tahîr Elçî ronî bikin. 

Hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî jî anî zimên ku ewê ji bo piştgiriya mazluman û ji bo tekoşîna dijî zaliman ked û xebatên xwe bidomînin. Hiquqnasên beşdarî rêrisma bîranînê buyîn jî amaje kirin ku Tahîr Elçî bo qada hiquq û dadperweriyê navek gelek hêja û girîng bu.

Reveberê Yekîtıya Baroyên Tirkıyeyê Alî Bayram ji K24ê re got: “Tahîr Elçî di warê hiquqî de ji bo Tirkiyeyê navek gelek girîng e. Jiyana xwe bo parastina mafên mriovan xerç kir. Ji bo ranîkirina gelek dozên tarî ked da. Bo parastina mafê mirovên gundên wan hatî valakirin tekoşîn da.”

Piştî axaftinan beşdaran qurnefîl danîn ber lingên Minareya Çarling ku Tahîr Elçî lê hatibu kuştin, siyasetmedaran amaje kirin ku ewê li wê mîrateya ku Tahîr Elçî bo bo wan hiştiye xwedî derbikevin û dê rê nedin ku doza kuştina Tahîr Elçî di tariyê de bimîne.

Parlementerê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu ji K24ê re got: “Tahîr Elçî bi rêya hiquqê tekoşîna aştiyê dida û ev rêbaza wî jî wek mîrate ji me re ma. Niha jî peywira dikeve ser milên me ronîkirina kuştina Tahîr Elçî ye û divê  em aştiyê pêk bînin. Emê ji bo vê yekê tekoşîna xwe bidomînin.”

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir da zanîn ku navê kolana ku Tahîr Elçî lê hatiye kuştin wek Tahîr Elçî hatiye guherîn û dê navê Tahîr Elçî êdî li vê kolanê bijî.