Şandên PDK û YNKê bi merema pêkanîna hikûmetê dicivin

Logoyên PDK û YNKê
Logoyên PDK û YNKê

Navenda Nûçeyan (K24) - Her du şandên PDK û YNKê sibe li bajarê Silêmaniyê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicivin.

Peyamnêrê K24ê îro (În, 29.11.2024) ragehand, “Sibe li Debaşanê li bajarê Silêmaniyê, her du şandên PDK û YNKê bi merema lihevkirinê li ser pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rûniştina yekê ya gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê dicivin.”

Berpirsê Nivîsîngeha Ragehandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî pêr (Çarşem, 27.11.2024) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Yek hikûmet û yek hêza Pêşmergeyan, li ser bingeha istîhqaqên hilbijartinan, bê hebûna vîtoyê deriyê PDKê vekiriye û serdana hemî aliyan dike.”

Hêmin Hewramî herwesa got, “Me daxwazî ji hemî aliyên siyasî heye ku li astê wê berpirsyarîtiya mezin bin ku xelkê Kurdistanê bi tevlîbûna xwe ya berfireh di hilbijartinana de ew erk xistiye ser milên hemî aliyan, vêca yên ku dibin opozisyon an jî yên tên nav Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji ber ku li dawiyê em hemî pareke wê rewşa siyasî ne ya ku xelkê Kurdistanê tevlî wê bûye. Ji îro ve Partiya Demokrat a Kurdistanê serdana aliyan dike.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab li roja Sêşemê (26.11.2024) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li roja Duşemê (02.12.2024) rûniştina yekê ya gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê tê lidarxistin.”