Til Rifet û gundên Şehbayê rastî êrîşên grûpên çekdaran tên

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyeyê ve ji serê sibê ve êrîşî Til Rifetê û gundê herêma Şehbayê yên li bakurê Helebê di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne, dikin.

Jêderên taybet ji Til Rifetê ji K24ê re gotin, grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyeyê ve ji serê sibê ve êrîşî Til Rifetê û gundê herêma Şehbayê dikin.

Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser jî belav kir, li ser xeta Herbil, Zîwan, Radar, Şealê û Semûqa yên li Şehbayê, şer û pevçûnên giran derketine.

Ev yek piştî wê tê, Desteya Tehrîr El-Şamê û hevalbendên wê duhî ket bajarê Helebê û piraniya taxên bajêr xistin bin kontrola xwe û hewl didin taxên Eşrefiye, Şêx Meqsûd û hin taxên din ên ku li bakurê Helebê di destê YPGê de mane, dorpêç bikin û rêya di navbera wan taxan û herêma Şehbayê de li devera Mislimiyê bigirin û qut bikin.

Bi qutkirina vê rêyê re, bajarokê Til Rifetê, her du bajarokên şîenişîn Nibul û Zehraa û gundên herêma Şehbayê bi temamî ji aliyê grûpên çekdaran ve tên dorpêçkirin û bi metrisiyeke cidî re rûbirû dimînin.

Piştî vekişîna hêzên rêjîma Sûriyeyê û milîsên wan ji her du bajarokên şîenişîn yên Nibul û Zahraayê, YPGê duhî derbasî wan her du bajarok bûbû.

Bajarokê Til Rifet û herêma Şehbayê di navbera herêma Efrîn û Helebê de ne û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne. Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, dora 150 hezar Efrînî li 5 kampan û li gundên wê herêmê bicih bûne. Herwiha hin xalên hêzên rêjîma Sûriyeyê û hêzên Rûsî jî li wê herêmê hebûn.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment