Mesrûr Barzanî: Zanîngeha Amerîkayî roleke giring di pêşxistina aborê herêma me de digêre

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê dikare roleke bibandor di jîngeha sîstema xwandina bilind de li ser astê herêmî û niştîmanî bigêre, ku bi nerîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo sala 2030ê re paralel e. Tekez jî kir ku, ew zanîngeh bûye çirayê nimûneyîbûnê, ne tenê di warê xwandinê de belkî di warê salxemiyê de jî.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Borda Sikirtêrên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 01.12.2024) di ahenga salvegera dehê ya damezrandina wê zanîngehê de gotarek pêşkêş kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Em îro ji bîranîna rûdan û destkeftiyeke berçav kom bûne, ku salvegera dehê ya vegerandinê Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê ye, ku bûye cihê şanazî û îlhamdereke bê hempa ji bo me tevan û demek e ku gelek neviyên me yên paşerojê bibîr tînin.”

Herwesa got, “Dema min li Zanîngeha Amerîkayî li Waşinton DC berdewamî dida xwandina xwe, berdewam hizr û xeyala min li cem wan xwendekarên zîrek û berhremend ên Kurdistanê bû ku derfeta peydakirina sîstemeke xwandina navdewletî ya ast bilind nebû, lewma berdewam min bizav dikir û min xewn bi paşerojeke didîtin ku ew derfet ji wan re jî peyda bibe û feydeyî ji sîstemeke xwandinê ya ast bilind a cîhanî bibînin bê ku pêdivî bike ji welatî derbikevin. Wê demê ev wekî xewneke mezin bû, lê ez berdewam bûm û min dest jê bernedan.”

Amaje jî da, “Piştî 30 salan, ez hest bi dilxweşiyê dikim ku dibînim ew xewn bi çêkirina Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê bi cih hat, bi wergirtina feydeyî ji perwerde û xwandineke Amerîkayî; Zanîngeha Amerîkayî zanîngehek e bi armanca anîna baştirîn berhemên xwe ji bo welatê me hatiye damezrandin û di bingeha xwe de pêxemetî bihêzkirin û pêşxistina şiyanên ciwanên Kurdistanê ye, ji ber ku ciwan navend û bingeh û payeya serekî ya felsefeya wê zanîngehê ne.”

Herwesa ragehand, “Divê em hemî şanaziyê bi wê ast û qonaxê bikin a ku em gehiştinê. Dema ku me Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê damezrand, em em rûbirûyî berbestên berçav bûn. Teroristên DAIŞê tenê 12 kîlometran ji avahî û kampusa wê zanîngehê dûr bûn. Em jî dema li bereyên pêşiyê bûn ji bo bergirîkirina ji welat û warê xwe, lê di eynî demê de me bê hejmar civîn ji bo damezrandina wê zanîngehê kirin. Teror û paştir jî pejîka Kovîd 19ê di rêya me de berbestên metirsîdar bûn, lê em bi xweragirî û pabendbûna xwe li ser karwanê geştên xwe yên zanistî berdewam bûn.”

Ron jî kir, “Me li sala 2018ê dest bi pêngavên bidestxistina bawerpêkirina astê xwandina bilind a Amerîkayî kir. Tevî astengan, me karî baweriyê ji bo Desteya Xwandina Bilind a New Englandê çê bikin ku bên Kurdistanê û dest bi piroseya dana baweriyê ya akademî bikin. Ez îro bi şanazî ve dibêjim ku Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Îraqê hemiyê yekane dezgeh e ku ji bo bidestxistina wê baweriya akademî di qonaxa kandîdbûnê de ye, yanî nimre û bawerpêkirina wê ya akademî ji aliyê Wezareta Xwandinê ya Amerîkayê ve itîrafpêkirî ye û xwendekar dikarin nimre û destkeftiyên xwe yên zanistî veguhêzin her dezgeheke din a cîhanê. Ev destkefî tenê itîrafkirina bi pîverên me yên akademî nîne, belkî berê bniyatî yê rewangehên berfirehtir ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo damezrandina dezgeheke bawerpêkirina niştîmanî, ku desteya dana baweriyê bi dezgeh û bernameyên perwerdeyê û xwandina bilind li Herêma Kurdistanê ye.”

Tekez jî kir, “Bi vî destkefityê nimûne Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê dikare roleke bibandor di jîngeha sîstema xwandina bilind de li ser astê herêmî û niştîmanî bigêre. Bi awayekî paralel bi nerîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo sala 2030, Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê şanaziyê dike ku serperiştiya desteyeke karkirinê dike li ser nimûne û pêşengiyeke xwandinê bi navê xwandina K19ê, ku girêdayî bilindkirina pîverên akademî, bihêzkirina piştrastbûna cûnî û pêşniyarkirina çaksaziyên bingehîn ji bo pêşxistina xwandin û perwerdeyê ji bo nifşên paşerojê ye.”

Eşkere jî kir, “Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê bûye çirayê nimûneyîbûnê, ne tenê di warê xwandinê de belkî di warê saxlemiyê de jî. Kolîja me yaperistariyê di pêşengiya dahênanê de ye, şarezayên paşeroja çavdêriya salxlemiyê bi zanyarên pêşkeftî û jêhatî pirçek dike. Derçûyên me bi nirxên pîşeyîbûnê re têkel bûne û bi behre û jêhatîbûnên sedsala 21ê hatine amadekirin, li cihê karên xwe û li derve jî sermeşqên guhertinan in. Zêdebarî wê yekê jî, em herwesa tevlî dabînkirina bernameya pêşxistina pîşeyî ji bo xwediyên karan li her du kertên giştî û taybetî bûne.”

Ron jî kir, “Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê roleke giring di pêşxistina aborê me de digêre, ew jî bi rêya amadekirina hêza karî û bazarê karî ku şiyanûnê hemtabûn û rûbirûbûna astengên hevçerx hebin. Ev bi armanca Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê re paralel e ji bo pêşxistina ne sîstema me ya perwerdeyê belkî pêşvebirina jîngeha aborî ya neteweya me.”

Herwesa got, “Ez dilxweş im rabigehînim ku nêzî 70% ya xwendekarên me feydeyî ji skolerşîp û derfetên xwandinê yên cuda cuda dibînin, ev jî bi rêya alîkarî û pêşkêşkirina pêşkêşkerên me, ev zêdebarî piştevanî û alîkariya pêşkêşker û alîkar û dezgeh û rêkxistinên me yên navxweyî û derveyî û damezrînerên me yên hevpar. Pêxemetî piştrastbûna ji berdewamiya şiyanên me yên zanistî, me sindoqa alîkariyan li Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê damezrandiye. Ji bilî vê yekê jî, me pilanên berfirehtir ji bo zêdetir pêşkeftinê li salên bê heye.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa destkeftiyên zanîngehê de jî got, “Çi yek ji van destkeftiyan bê bizav û westiyan û piştevaniya borda sikirtêran bi cih nedihat. Di dema dehsalên borî de, nerîn û pabendbûna wan roleke baş di serkeftina vê dezgehê de hebû. Li vê derê ez gelek spasiya birêveberiya vê zanîngehê dikim ku di demên dijwar de serkirdetiya zanîngeha xwe kiriye û ji bo pêşkeftin û nimûneyîbûna vê zanîngehê kar kiriye.”

Herwesa got, “Em îro bi helkeftina salvegera dehê dehê ya vekirina vê zanîngehê ahengan digêrin, bila em tenê li destkeftiyan nenêrin, belkî em berê xwwe bidin paşerojeke rontir jî. Em dikarin bi hev re Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê bikin eêneyeke nimûneyî, ji bo ku xwandina bilind li welatê xwe wekî payeyeke piroseya çêkirin û darêtina dewletsaziyê ji bo neteweya xwe darêjin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya gotara xwe de rêz û spasiyên xwe yên mezin pêşkêşî Hikûmeta Federalî Wîlayetên Amerîkayê kir û amaje da ku wî welatî piştevanî û pêşkêşkirina berdewam di dema çar salên borî de pêşkêşî Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê kiriye.

Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê li sala 2014ê hatiye damezrandin û heta niha şeş gerên derçûyan bawername jê wergirtine û zêdetirî 700 derçûyan li pişkên cuda cuda hene, ku li roja Yekşemê (02.06.2024) ahenga gera şeşê ya derçûyên wê hat kirin.

Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê ji çar kolîj û 10 pişkên zanistî yên cuda pêk tê, wekî bazirganiya kar, zanistê kompûterê, dîzayna navxwe, siyaseta giştî, medya û peywendî, peristarî û endazyarî. Bawernameyên vê zanîngehê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ve bawerpêkirî ne û yek ji zanîngehên ast bilind û naskirî yên Îraq û deverê ye.