Nêçîrvan Barzanî: Çîroka serkeftina Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê bo ciwanên Kurdistan û Îraqê peyama hêviyê ye

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di nav ahenga salvegera dehê ya damezrandina Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê de amaje da ku, “Çîroka serkeftina Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê tenê destkeftiyeke akademî nîne, belkî ji bo hemî ciwanan li Herêma Kurdistan û Îraqê peyama hêviyê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 01.12.2024) di nav ahenga salvegera dehê ya damezrandina Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û amaje da, “Ez bi germî pîrozbahî û destxweşiyê li wê dezgeha akademî ya pêşkeftî dikim ku, di dema 10 salên borî hizireke nû ji bo guhertina sîstema xwandin û fêrkirinê li Herêma Kurdistanê û pêşvebirina wê peyda kiriye.” Amaje jî da ku perwerde û fêrkirin tenê alavek nîne ji bo pêşxistina kitekesan, belkî hêzeke dikare civakê ava bike û paşerojeke geş ji bo welat û miletan çê bike.”

Herwesa got, “Li sala 2013ê ku birayê min ê rêzdar Mesrûr Barzanî hizira damezrandina vê zanîngehê bi min re behs kir, ku ez wê demê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûm, min bi dilxweşiyeke zêde pêşwaziya hizira cenabê wî kir. Ew bi wê baweriya min bi temamî yek bû ku giring e em dezgehên fêrkirinê û xwandina zanîngehê li astê cîhanê ava bikin. Ez gelek spasiya bizavên berdewam û nerîna cenabê wî dikim. Ez spasiya Civata Sikirtêran, serokatiya zanîngehê û endamên desteya dersdêran dikim, ku di dema deh salên borî de bi dilsozî û nerîneke jîrane rûbirûyî qebxwazî û arêşeyan bûne, ji bo piştrastbûna ji berdewamiya karwanê zanîngehê ji bo gehiştina bi armancên xwe bilind.”

Nêçîrvan Barzanî herwesa got, “Armanca Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê ji destpêkê ve ron bû, avakirina dezgehekê bû ku bibe mînakeke bilind a akademî û çirayek ji bo zanist û dahênanê, ji bo nifşên paşerojê bibe îlhamderek, tevlî amadekirina wî nifşî bibe yê ku şiyana rûbirûbûna qebxwaziyan hebe.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Di heyama deh salên borî de Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê deskeftiyên berçav bi dest xistine ku wesa kiriye bibe nimûneyeke diyar ji bo kalitiya xwandinê li Kurdistanê û Îraqê, ji wan jî dezgeha yekê ya xwandina bilind e ku bi awayekî serkeftî çend qonaxên giring ên piroseya bidestxistina baweriya akademî ya navdewletî derbaz dike.”

Nêçîrvan Barzanî amaje jî da gotinên  Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku, bi rengekî ji rengan pêşkêşkirin ji bo 70% ya xwendekarên zanîngehê hatiye kirin û hejî rêz û destxweşiyê ye. Amaje da piştevaniya sermayedaran jî ku wesa kiriye derfet ji bo xwendekarên pêkhateyên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê û Îraqê peyda bibe ku li vê zanîngeha pêşkeftî xwandina xwe bedewam bikin.

Navbirî ron jî kir, “Em bi rêya perwerde û fêrkirinê dikarin civakeke pêşkeftî, aboreke bihêz û paşerojeke ron ava bikin ku hejî qurbanîdana vî gelê xweragir be.” Herwesa got, “Çîroka serkeftina Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê tenê destkeftiyeke akademî nîne, belkî ji bo hemî ciwanan li Herêma Kurdistan û Îraqê peyama hêviyê ye, lewma zêdebarî wan destkeftiyan kar û bizavên me li Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina sîstema perwerde û fêrkirinê hêşta bidawî nehatine, ji wan jî pêşxistina bernameyên xwandinê ji bo ku bi pêdivîtiyên sedsala 21ê re biguncin û xwendekaran ji bo têkelbûna bi bazarên karê navxwe û cîhanî re têkel bibin.”

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro (Yekşem, 01.12.2024) li bajarê Hewlêrê ahenga salvegera dehê ya damezrandina Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê hat kirin.

Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê li sala 2014ê hatiye damezrandin û heta niha şeş gerên derçûyan bawername jê wergirtine û zêdetirî 700 derçûyan li pişkên cuda cuda hene, ku li roja Yekşemê (02.06.2024) ahenga gera şeşê ya derçûyên wê hat kirin.

Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê ji çar kolîj û 10 pişkên zanistî yên cuda pêk tê, wekî bazirganiya kar, zanistê kompûterê, dîzayna navxwe, siyaseta giştî, medya û peywendî, peristarî û endazyarî. Bawernameyên vê zanîngehê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ve bawerpêkirî ne û yek ji zanîngehên ast bilind û naskirî yên Îraq û deverê ye.