Mesrûr Barzanî şeşemîn pêşangeha navneteweyî ya veberhênana erd û avahiyan vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sibeha îro (Sêşem, 9ê Îlona 2025ê) şeşemîn pêşangeha navneteweyî ya veberhênana erd û avahiyan li Hewlêrê vekir.

Welatên tevlîbûyî Tirkiye, Îran, Selteneta Emanê, Îmarat, Yewnanistan, Qeter, Libnan, Almanya, Erebistana Siûdî, Çîn, Îtalya û Spanya ne, ku dê proje û derfetên veberhênana erd û avahiyan pêşkêş bikin.

Ev pêşangeh dê ji bo dema çar rojan bidome û dê her roj ji saet 10:00 ê sibehê heta 7:00 ê êvarê vekirî be. Ev jî dê ji bo şîrketên navxweyî û biyanî derfeteke zêrîn peyda bike ku, yadaştên hevfêmkirinê û peymanên hevpar îmze bikin. Bi vî rengî jî, ew dê bibe pirek ji bo pêşxistina sektora erd û avahiyan li Herêma Kurdistan û Iraqê.

Herwesa ev pêşangeh ji bo şîrketan derfeteke baş e ku projeyên xwe pêşkêş bikin, da ku welatî bikarin yekîneyên xwecihbûnê rasterast ji van projeyan bikirin. Ji aliyekî din ve, yek ji şertên Desteya Veberhênanê ji bo projeyên veberhênanê bi giştî ew e ku, 75% ya derfetên kar ji bo welatiyên navxweyî bin. Ev yek jî wesa dike ku ev pêşangeh bibe derfetek ji bo kesên ku li kar digirin, da ku CVyên xwe ji şîrketên tevlîbûyî re bişînin û derfetên kar bistînin.

Tê nûkirin…

 
 
Fly Erbil Advertisment