Amerîka han dide Hewlêr û Bexdayê li ser pirsa petrolê lihev bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Mohletên ku berpirsên payebilind ên Bexdayê ji bo destpêkirina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê diyar kiribûn, bidawî bûn. Di vê navberê de, Amerîka fişarên xwe zêde kiriye da ku Hewlêr û Bexda bigihîjin rêkeftinekê û dawî li vê pirsgirêka ku zêdetirî du sal û nîv e rawestiyayî maye, bînin.
Kompaniyên petrolê weke aliyekî sereke yê pirsgirêkê tên dîtin û bêyî razîbûna wan, destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya boriya Tirkiyeyê zehmet e.
Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins ji K24ê re ragihand: "Boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê zêdetirî du sal û nîv e girtî ye. Hemû alî di hewldana gihiştina rêkeftinekê de ne. Kompaniyên APIKURê peymanên nivîskî hene ji bo firotin û hinardekirina petrolê û pêwîst e heqdestên wan ên darayî li gorî peymanan ji wan re bên dayîn."
Di heman demê de, lêkolîner di wê baweriyê de ne ku Amerîka ji ber du sedemên serekî ji berdewamiya vê krîzê nîgeran e. Lêkolînerê li Peymangeha Siyaseta Derve ya Amerîkayê Mihemed Salih dibêje: "Ya yekem, berdewamiya van pirsgirêkan dibe sedema zêdebûna bêaramiyê li Iraqê, ku ev yek cihê nîgeraniyê ye ji bo Amerîkayê. Sedema duyem jî ew e ku veberhênaneke berçav a kompaniyên Amerîkî û Rojavayî di sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê de heye."
Helwesta fermî ya Amerîkayê derbarê pirsgirêkê de zelal e û handana herdu aliyan dike ku pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji ber berjewendiyên xwe yên bi Hewlêr û Bexdayê re, Amerîka naxwaze alîgiriya ti aliyekê li ser hesabê yê din bike.