Bi dehhezaran koçberên Efrînê li bakurê Helebê asê mane

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi dehhezaran koçberên Efrînî yên ji 2018an ve li herêma Şehbayê bicîh bûbûn, ji duhî ve li wê navçeyê asê mane û rê li ber wan hatine girtin.

Piştî şer û pevçûnên tund di navbera hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya ser bi HSDê ve û çend hêzên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve, grûpên çekdaran ketin Til Rifet û herêma Şehbayê ya li bakurê helebê.

Piştî ketina grûpên çekdaran û vekişîba hêzên YPGê, bi dehhezaran koçberên Efrînê ji duh êvarê ve li wê herêmê asê mane û grûpên çekdaran rêya Helebê û rêya Efrînê li ber wan hatiye girtin. 

Koçberekî ji Şehbayê ji K24ê re got, bi dehhezan ji koçberan ji duh Yekşemê paşnîvro ve, di nav otomobîl û tirektoran de li nêzîkî kargeha çîmentoyê û nêzîkî devera Ehdasê asê mane û li çolê bê nan û av razane.

Wî koçberî bi rêya K24ê bangî aliyên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir, ta ku bi hawara wan ve biçin, jiyana wan biparêzin û wan bigihînin cihên bi ewle.

Bajarokê Til Rifet û herêma Şehbayê di navbera herêma Efrîn û Helebê de ne û di destê YPGê de ne. Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, dora 200 hezar koçberên Efrînî li 5 kampan û li gundên wê herêmê bicih bûne. 

Ev yek piştî wê tê, Desteya Tehrîr El-Şamê û hevalbendên wê duhî ketin bajarê Helebê û piraniya taxên bajêr xistin bin kontrola xwe û hewl didin taxên kurdan, Eşrefiye, Şêx Meqsûd û hin taxên din ên ku li bakurê Helebê di destê YPGê de mane, control bikin.

Duhî Desteya Tehrîr El-Şamê daxuyaniyek belav kir û tê de bang li hêzên YPG û HSDê kir ku bi çekên xwe ji wan her du taxan vekişin. Piştî wê daxwaza çekdaran, rewşa her du taxên kurdan Eşrefiye û Şêx Meqsûd) jî tevlîhev e û kurdên wê di nava metirsiyê de ne.