Bi amadebûna Arîn Mesrûr Barzanî Dezgeha Kurdistanê hat ragehandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Arîn Mesrûr Barzanî, Dezgeha Kurdistanê hat ragehandin.
Bi amadebûna Arîn Mesrûr Barzanî, îro (Duşem, 02.12.2024) merasîmên ragehandina Dezgeha Kurdistanê hatin birêvebirin.
Dezgeha Kurdistanê pêşengiyeke nû û cuda ye ji bo piştevanî û pêşxistina şiyanên welatiyên Herêma Kurdistanê bi rêya pirojeyên cuda û karên cûnî.
Ev dezgeh ji bo komkirina tevaya pirojeyên warê ciwanan û kar û xwebexşî û guhertinên keşûhewayê û perwerde û teknolojiyayê dibe sihwaneyek, tevî çend pêşengiyên nû di warê pêşxistina civakê de.