Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê nû yê Îtalyayê li Îraqê dike

Mesrûr Barzanî û Niccolo Fontana
Mesrûr Barzanî û Niccolo Fontana

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya hikûmetê ji bo Balyozê nû yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê tekez dike, herwesa her du alî li ser giringiya pêkanîna kabîneyeke nû ya hevgirtî û bihêz hevnerîn bûn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 02.12.2024) pêşwaziya Balyozê nû yê Îtalyayê li Îraqê Niccolo Fontana kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkeftina destpêkirina karî pîrozbahiya Balyozê nû yê Îtalyayê li Îraqê kir û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêxemetî biserxistina erkê wî jî diyar kir.

Balyozê Îtalyayê heza welatê xwe ji bo mukomkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda cuda de tekez kir.

Her di wan danûstandinan de, her du alî li ser giringiya pêkanîna kabîneyeke nû ya hevgirtî û bihêz di zûtirîn dem de pêxemetî xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê bê cudahî û rûbirûbûna qebxwaziyan hevnerîn bûn.