Sibe Civata Nûnerên Îraqê li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dicive
Navenda Nûçeyan (K24) - Sibe Civata Nûnerên Îraqê bi mêvandariya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî dicive û çar pirojeqanûn di nav pilana wê civînê de hene, yek ji wan jî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û qerebûkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Nivîsîngeha Ragehandinê ya Civata Nûnerên Îraqê îro (Sêşem, .3.12.2024) parve kir, Sibe (Çarşem, 04.12.2024) Civata Nûnerên Îraqê bi mêvandariya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî dicive. Her li dû wê ragehandinê, ji bilî mêvandarîkirina Serokwezîrê Îraqê, deng li ser madeya 36ê ya qanûna Dezgeha Hewlagiriya Niştîmanî tê dan, herwesa deng li ser pêşniyara qanûna edilandina madeya pêncê, hejmar 32 ya sala 2015ê ya qanûna pasportan jî tê dan.
Nivîsîngeha Ragehandinê ya Civata Nûnerên Îraqê eşkere jî kir, “Benda çarê ya wê civînê xwandina duyê ji bo pirojeqanûna edilandina budceya salên darayî yên 2023, 2024 û 2025ê dike, herwesa benda pêncê xwandina duyê ji bo pirojeqanûna edilandina pêncê ya qanûna balafirvaniya sivîl a hejmar 148 a sala 1974ê dike.”
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila li roja Sêşemê (26.11.2024) ji K24ê re got, “Yekane berbest ku niha maye xerciya petrolê ye ku hatiye edilandin û ji me re hatiye ku, piştî dengdanê li Civata Nûnerên Îraqê çi berbestek di rêya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de namîne û dest bi bicihanîna wê tê kirin.”
Şaxewan Ebdila amaje jî da, “Heta niha çi aliyek û desteyeke siyasî behsa mijara xerciya berhemanîna petrolê nekiriye û nîgeraniya xwe diyar nekiriye, ji ber ku Serokwezîr di rûnitşina Hevpeymaniya Dewletê de got, ji bo wan gelek giring bûye ku ew piroje bê derbazkirin, ji ber ku hinardenekirina petrola Herêma Kurdistanê zirareke zêde digehîne Îraqê.”
Navbirî ron jî kir, “Peymana wan ji ya me cuda ye, herwesa ew devera ku petrol lê heye ji ya me cuda ye, lewma hemî alî bi wê yekê re bûn ku ew piroje bê edilandin.”