Civata Nûnerên Îraqê bi amadebûna Sûdanî dicive

Civata Nûnerên Îraqê xwandina duyê ji bo edilandina budceya giştî dike

Civata Nûnerên Îraqê
Civata Nûnerên Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e îro Civata Nûnerên Îraqê bi mêvandariya Serokwezîrê Îraqê bicive û danûstandinan û dengdanê li ser çend pirojeqanûnan bike.

Li dû wê karnameya hatiye parvekirin, Civata Nûnerên Îrqaê seet 01:00 ê piştî nîvroya îro (Çarşem, .4.12.2024) benda yekê ya rûniştina xwe bi mêvandariya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî dest pê dike, herwesa di benda duyê ya wê rûniştinê de jî madeya 36ê ya pirojeqanûna Dezgeha Hewalgiriya Niştîmanî ji aliyê Lijneya Ewlehî û Bergiriyê ve dixe ber dengdanê.

Bendeke din a wê rûniştinê girêdayî dengdana li ser edilandina yekê ya madeya pêncê ya qanûna pasportan a hejmar 32 a sala 2015ê ye.

Her di berdewamiya rûniştina îro ya Civata Nûnerên Îrqaê de, di benda çarê de ku girêdayî xwandina duyê ji bo edilandina yekê ya pirojeqanûna 13ê ya sala 2023ê ye, ku girêdayî budceya giştî ya Îraqê ji bo salên 2023, 2024 û 2025ê ye û ji aliyê Lijneya Darayî ve hatiye pêşkêşkirin.

Benda dawiyê ya wê rûniştinê jî xwandina duyê ye ji bo edilandina pêncê ya pirojeqanûna balafrivaniya sivîl bi hejmar 14 a sala 1974ê, ku ji aliyê Lijneya Veguhastinê û Peywendiyan ve hatiye amadekirin.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila pêr (Duşem, 02.12.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Xwandina duyê ji bo edilandina pirojeqanûna budceya giştî ya Îraqê tê kirin.”

Şaxewan Ebdila herwesa got, “Civîneke giring di navbera Lineya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê û Wezareta Petrolê ya Îraqê de hatiye kirin, çar berpirsên mezin ên Wezareta Petrolê di wê rûniştinê de amade bûbûn, ew jî wekî amadekariyek ji bo ku xwandina duyê ji bo edilandina qanûna budceyê û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê kirin.