Parlamentoya Iraqê ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê û çend mijarên din dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Iraqê îro dicive û xwendina duyem a sererastkirina projeyasaya bûdceyê ya girêdayî hinardekirina petrola Kurdistanê bike.

Feramgeha Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê karnameya civîna xwe ya îro 5ê Berçile aşkere kir ku dê çend mijaran gotûbêj bike, ji wa jî: Xwendina duyem a serrastkirina projeyasaya bûdceya Iraqê di madeya 13, xala G de, ku girêdayî lêçûnên derxistina petrolê li Herêma Kurdistanê ye.

Mijarên din a civînê, dengdana li ser Saziya Hewlgiriya Niştimanî, dengdana li ser yekem sererastkirina yasaya pasaportê ye û xwendina duyem a projeyasaya firokevaniya sivîl a Iraqê ye.

Sûdanî duhî beşdarî civîna Parlamentoya Iraqê bûbû û behsa mijara sererastkirina yasaya bûdceya federal û guhertinên hikûmetê kir.

Sûdanî sedemên sererastkirina yasaya bûdceya federalî pêşkêş kirin û bang li endamên parlamentoya Iraqê kir ku deng bidin sererastkirina bendên girêdayî petrola Herêma Kurdistanê û got: “Her çendî hinardekirina petrola Kurdistanê were paşxistin, em ê zêdetir zirarê bibînin.”

Herwiha Sûdanî got: “Mûçe, ne mijareke siyasî ye û hêvîdar im bi sererastkirina yasaya bûdceyê û hinardekirina petrolê re, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bibin.”