Rûniştina Civata Nûnerên Îraqê bo roja Şemiyê hat paşxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê K24ê amaje da, “Rûniştina Civata Nûnerên Îraqê ji bo edilandina pirojeqanûna budceyê û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo roja Şemiyê hat paşxistin.”

Peyamnêrê K24ê Şivan Cebarî îro (Pêncşem, 05.12.2024) li Civata Nûnerên Îraqê got, “Benda sêyê ya rûniştina Civata Nûnerên Îraqê girêdayî edilandina qanûna budceya gitî ya sê salên Îraqê bû, ku li dû lihevkirina Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye.”

Peyamnêrê K24ê amaje jî da, “Edilandina wê qanûnê jî li ser daxwaza Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bû, ji bo ku dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê kirin û dahata giştî ya Îraqê bê zêdetirkirin û mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê jî bên dabînkirin.”

Şivan Cebarî eşkere jî kir, “Hejmareke endamên Civata Nûnrên Îraqê yên Şîe û Sune li hev kir ku rêyê nedin careke din petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin, lewma jî ev bend ji rûbiştina Civata Nûneran hat derxistin. Vê yekê jî wesa kir ku firaksiyonên Kurdistanî wê rûniştinê boykot bikin û rûniştina Civata Nûneran ji bo roja Şemiyê bê paşxistin.”

Li dû karnameya rûniştina îro, biryar bû Civata Nûnerên Îraqê xwandina duyê ji bo edilandina pirojeqanûna budceya Îraqê benda pêncê ya madeya 13ê bike, ku girêdayî xerciya derxistina petrolê li Herêma Kurdistanê ye.

Tewerekî din ê wê rûniştinê dengdana li ser Dezgeha Hewalgiriya Niştîmanî ye, herwesa dengdana li ser edilandina yekê ya pirojeqanûna pasportan e. Bendeke din a wê rûniştinê jî girêdayî xwandina duyê ji bo pirojeqanûna balafirvaniya sivîl a Îraqê bû, lê piştî boykotkirina wê rûniştinê ji aliyê firaksiyonên Kurdistanî ve, rûniştina Civata Nûneran nekarî rêjeya qanûnî ji bo birêvebirina wê rûniştinê temam bike.