Mike Waltz: Serok Barzanî siyasetmedarekî biseng ê Rojhilata Navîn û cîhanê ye

Mike Waltz û Felah Hesen
Mike Waltz û Felah Hesen

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Destnîşankirî yê Ewlehiya Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê di kabîneya Donald Trump a bê de dibêje, “Serok Barzanî siyasetmedarekî biseng ê Rojhilata Navîn û cîhanê ye.”

Nûnerê Serok Barzanî Felah Hesen îro (Pêncşem, 05.12.2024) di çarçoveya Korbenda Yekîritya Demokratên Cîhanê de li Waşinton DC bi Şêwirmendê Destnîşankirî yê Ewlehiya Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê ji bo kabîneya bê ya Donald Trump re civiya. Her du aliyan di wê civînê de behsa rewşa dawiyê ya Rojhilata Navîn û pêgeha giring a Serok Barzanî li deverê kir.

Nûnerê Serok Barzanî Felah Hesen ji K24ê re ragehand, “Waltz di wê civînê de amaje da wê yekê ku Serok Barzanî siyasetmedarekî biseng ê Rojhilata Navîn û cîhanê ye.” Tevî wê yekê amaje jî da ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê rolekî giring di mukomkirina peywendiyan de bi gelê Amerîkayê û hikûmeta wê re dîtiye.

Nûnerê Serok Barzanî herwesa got, “Em piştgiriya birayên xwe yên Kurd ji bîr nakin, xasma jî ku me bi hev re şerê nehêlana terorê li Îraqê kiriye.” Tekez jî kir, “Em piştevaniya dostên xwe, wekî gelê Kurdistanê, dikin û em wan ji bîr nakin.”

Herwesa pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û destxweşî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kirin û amaje da ku, peywendî bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re heye.