Wezîrên Derve yên Sûriye û Îranê gehiştin Bexdayê
Sibe Wezîrên Derve yên Îraq û Sûriye û Îranê li Bexdayê dicivin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrên Derve yên Sûriye û Îranê ji bo danûstandinên li ser dawî pêşhatên Sûriyeyê gehiştin Bexdayê.
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Besam Sebax û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî îro (Pêncşem, 05.12.2024) gehiştin Bexdayê.
Ajansa Nûçeyan a Îraqî parve kiriye, “Sibe Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Besam Sebax û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî ji bo danûstandinên li ser dawî pêşhatên Sûriyeyê dicivin.”
Ev civîna sêalî piştî wê yekê hat ku, komên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê her du parêzgehên Heleb û Hemayê kontirol kirin û nêzî parêzgeha Himisê jî bûne.
Her li dû zanyaran, komên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê tenê 48 kîlometran ji navenda bajarê Himisê dûr in.
Rojnameya El-Wetenê ya Sûriyeyî jî ragehandiye, “Piştî civîna xwe ya bi Fuad Hisên û Ebas Êraqçî re, Besam Sebax ber bi Qahîreyê ve geştê dike, ji bo ku tevlî civîna Komkara Erebî bibe.”