Wezîrê Derve yê Îranê gehişt Bexdayê

Fuad Hisên û Ebas Êraqçî
Fuad Hisên û Ebas Êraqçî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û biryar e bi berpirsên Îraqê re li ser rewşa Sûriyeyê danûstandinan bike.

Medyayên Navxwe yên Îraqê îro (În, 06.12.2024) ragehand, “Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî bi serdaneke fermî gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê, û biryar e di vê serdanê de bi berpirsên Îraqê re li ser dawî pêşhatên rewşa Sûriyeyê danûstandinan bike.”

Ev serdana Wezîrê Derve yê Îranê di demekê de ye ku tirsa derbazbûna qeyrana Sûriyeyê bo Îraqê di zêdebûnê de ye, ew tirs jî ji dubarebûna ezmûna dehsalên borî ye dema ku komên çekdar hatine nav axa Îraqê, lewma vê yekê Îran nîgeran kiriye.

Ajansa Nûçeyan a Îraqî duhî (Pêncşem, 05.12.2024) parve kir, “Sibe (În, 06.12.2024) Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Besam Sebax û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî ji bo danûstandinên li ser dawî pêşhatên Sûriyeyê dicivin.”

Ev civîna sêalî piştî wê yekê tê ku, komên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê her du parêzgehên Heleb û Hemayê kontirol kirin û nêzî parêzgeha Himisê jî bûne.

Her li dû zanyaran, komên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê tenê 48 kîlometran ji navenda bajarê Himisê dûr in.