Civîna sêalî ya Wezîrên Derve yên Îraq, Îran û Sûriyeyê li Bexdayê bi rê ve diçe

Alayên Îran, Îraq û Sûriyeyê
Alayên Îran, Îraq û Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Civîna sêalî di navbera Wezîrên Derve yên Îraq, Îran û Sûriyeyê li Bexdayê bi rê ve diçe; Îraqê ji bo mukomkirina sinorên navbera wan pêşengiyek heye û di wê civînê de danûstandinan li ser wê yekê dikin.

Îro (În, 06.12.2024) civîneke sêalî li Bexdayê di navbera Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Besam Sebax û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî de bi rê ve diçe.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Şivan Cebarî di vî warî de got, “Îraqê pêşengiyek ji bo zêdetir hevahengiya navbera her sê welatên cîran ji bo  mukomkirina sinorên navbera wan û alîkarîkirina Hikûmeta Sûriyeyê heye.”

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê ron jî kir, “Ew pêşengiya Îraqê di eynî demê de ji bo parastina xwe û piştevanîkirina Hikûmeta Sûriyeyê jî ye.”

Ajansa Nûçeyan a Îraqî duhî (Pêncşem, 05.12.2024) parve kir, “Sibe (În, 06.12.2024) Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Besam Sebax û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî ji bo danûstandinên li ser dawî pêşhatên Sûriyeyê dicivin.”

Ev civîna sêalî piştî wê yekê tê ku, komên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê her du parêzgehên Heleb û Hemayê kontirol kirin û nêzî parêzgeha Himisê jî bûne.

Her li dû zanyaran, komên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê tenê 48 kîlometran ji navenda bajarê Himisê dûr in.