Mesrûr Barzanî: Me bi Mîr Selman re danûstandin li ser bihêztirkirina hevahengiyên bazirganî kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Em ji bo bihêztirkirina hevahengiyên me di warên bazirganî, pêşxistin û ewlehiya deverê de bi Serokwezîrê Behreynê re civiyan.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 10.12.2024) di çarçoveya serdana xwe ya fermî de li Menameya paytexta Behreynê bi Cihnişîn û Serokwezîrê Behreynê Mîr Selman Bin Hemed Al Xelîfe re civiya.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa wê hevdîtinê de li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye, “Em ji bo bihêztirkirina hevahengiyên me di warên bazirganî, pêşxistin û ewlehiya deverê de bi Serokwezîrê Behreynê re civiyan.”
Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Me gelek hevparî hene, wekî pabendbûna bi hemerengkirina aborê me, peydakirina derfetên karî ji bo ciwanên me û berdewamiya weberhênanê di aştî û pêkvejiyanê de.”
Today, I met HRH Prince Salman bin Hamad Al Khalifa to deepen collaboration on trade, development and regional security.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) December 10, 2024
We share many things — a commitment to diversify our economies, create jobs for our youth, and continued investment in peace and coexistence. pic.twitter.com/eTyAHpPhMH